Li girtîgeha Navendî a Urmiye sê welatiyên Kurd hatin bidarvekirin

18:29 - 26 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Cezaya bidarvekirina 3`ê girtiyên Kurd yên xelkê bajarên weke Urmiye û Mehabadê, li girtîgeha Navendî a Urmiyê de, birêve çû.

Li gor agahiyên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, sipêdeya roj Pêncşemî 26`ê Îkona 2019`an,  3`ê girtiyên  tawanbar bi kirîn û firotina madeyên sirker yên bi navên “Re`ûf(Azad) Azadîxwah” kurê Hecî Sidîq, xelkê gundê Dizê ya girêdaiy devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, Şemal (Îbrahîm) Mehmûdpûr, xelkê bajarê Mehabadê û Şehabedîn Mihemdpûr, xelkê gundê Hacîbayram a girêdaiy devera Enzel  a ser bi bajarê Urmiyê, li girtîgeha Navendî a Urmiyê, hatine bidarvekirin.

Ew 3`ê welatiyên Kurd yên ghepsî, roja Çarşemî 25`ê Îlonê bo birêvebirina  cezayê wan, ev bo odeyên takekesî vegohastibûn û malbatên wan bo dawîn hevdîtina digel wan bo girtîgehê hatibûne gazîkirin.

Herwisa ev 3`ê girtiyên Kurd bi tawana “kirîn û firotina madeyên sirker”, ji  aliyê dezgeha dadweriyê ya hikûmeta Îslamî a Îranê ve, cezayê bidar vekirinê bi ser van de hatibû sepandin.