Li girtîgeha Navendî a Urmiyê du girtiyên Kurd hatin bidarvekirin

18:05 - 10 Hezîran 2022

Sipêdeha roja Înê 20`ê Cozerdanê, cezayên bidarvekirina du girtiyên Kurd yên bi navên “Wehîd Bêhmeram” kurê “Fireydûn” xelkê bajarê “Urmiyê” û “Qilîç Şikûhî” kurê “Ezîz” xelkê gundê “Nêçela” yê girêdayî devera “Sêro”yê, li girtîgeha “Navendî a Urmiyê” hat cîbicîkirin.

 Roja Pêncşemî 19`ê Cozerdanê, ew du girtiyên Kurd bo cîbicîkirina cezayên xwe li benda peywendîdar bi madeyên hişber bo odeya takekesî ya girtîgeha Navendî a Urmiyê hartibûn veguhastin.

Ew du girtiyên Kurd, bi tohmeta madeyên hişber cezayê îdamê bo wan hatibû birîn.