Li girtîgeha Êvînê Mîlad Ebdî ket girevê

17:29 - 7 Kanûna pêşîn 2022

Mîlad Ebdî, xwandekarê Alîkarê zanîngeha Elame Tebatebayî û xelkê bajarê Seqizê bi jiber bêçarnivîsiya xwe dest havêt gireva birçî bûnê.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ev xwandekarê Kurd 9 rojan berî niha dest havêtiye bi gireva birçîbûnê û di rewşek nebaş de derbas dike.

Herwisa wê çavkaniyê zêde kir: Ebdî di heyama binçavkirinê de tenê du caran digel malbata xwe pêwendiy telefondî hebûye û hêzên ewlehî ev neçarkiriye ku bi zimanê farsî digel malbata xwe biaxive.

Di berdewamiyê de wê çavkaniya agehdar zêde kiriye ku, Ev welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtina digel malbata xwe bêpar bûye û bavê wî ji destpêka binçavkirinê heta niha çendîn caran bona bidûreçûna rewşa kurê xwe seredana girtîgehê kiriye, lê, ti bersivek zelal ji wî re nehatiye dan.

Ew xwandekarê Kurd roja Duşemî 16`ê Xezelwerê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo girtîgeha Êvînê hatiye veguhastin.

Mîlad Ebdî temen 24 saliye û xelkê gundê “Yazî Bilaxî” ya ser bi bajarê Seqizê û li sala 1400`an xwandekarê fakulteya Alîkarîdanê ya zanîngeha Elame Tebatebayî ye.