Li girtîgeha bajarê Sarî yê girtiyek Kurd hat bidarvekirin

19:32 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Sêşemî 21ê Pûşperê, cezayê bidarvekirina girtiyê Kurd yê bi navê “Resûl Muradqolî” kurê “Rehmet” xelkê bajarê “Hersîn” ya ser bi bajarê “Kirmaşan”ê li girtîgeha navendî a bajarê “Sarî” yê hat cîbicîkirin.

Her di vê derheqê de, çavkaniyek agehdar ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku: “Ew girtiyê Kurd 3ê salan berî niha bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dad a hikûmeta Îranê ve, cazayê bidarvekirinê bo hatibû birîn.”

 “Resûl Murdqolî” xelkê gundê “Sermacî” yê girêdayî bajarê “Hersîn”ê ye û termî wî li wî gundi bi axê hatiye spartin.

Heta niha nûçeya bidarvekirina wî girtiyê kurd ji aliyê medyayên navxweyî yên Îranê û çavkaniyên fermî nehatiye ragihandin.