Li girtîgeha bajarê Kirmaşanê girtiyek bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hat îdamkirin

18:49 - 12 Hezîran 2022

Sibêdeha roja Yekşemî 22`ê Cozerdanê, cezayê îdamkirina girtiyek bi navê “Mehdî Kiyanî” xelkê bajarê Luristanê li girtîgeha Dîzilava ya bajarê Kirmaşanê, hat cîbicîkirin.

Ew girtî piştî hewla bê encam mana malbata wî bona lêxweşbûn ji malbata xwediyê kuştî, sibêdeha roja Yekşemî li girtîgeha Dîzilava ya bajarê Kirmaşanê, hat îdamkirin.

“Mehdî Kiyanî” çend salan berî niha di dema derbaskirina wezîfeya serbaziyê bi sedema şer û pevçûn digel “Umîd Qasimî” yek ji pirsonêlê binkeya Ebuzera bajarê Serpêla Zehawê, bi çeka xwe navbirî kuşt û piştre, ji aliyê dezgeha dadweriyê ve bi tohmeta “kuştina bizanebûn” bi îdamê hatibû cezadan.

Ji aliyek din ve, li gorî rapora saziya mafê mirovî ya Îranê, sibêdeha roja Pêncşemî 19`ê Cozerdanê, cezayê îdamkirina girtiyê bi navê “Baba Sebzî” li girtîgeha navendî ya bajarê Kirmaşanê, hat cîbicîkirin.

Ew girtî bi tohmeta hebûna peywendiya bi madeyên hişber, ji aliyê dezgeha dadweriyê ve bi îdamê hatibû cezadan.