Li girtîgeha bajarê Bokanê vîrûsa Koronayê belav bûye

18:43 - 7 Tebax 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, hejmarek ji girtiyên li girtîgeha bajarê Bokanê, digel derkevtina hin ji nîşaneyên vîrûsa Koronayê, li bedena wan de rûbirû bûne û berpirsên girtîgehê jî ji vergirtina cerbandinên Koronayê xwe diparêzin.

Berpirsên girtîgeha bajarê Bokanê ti rêçareyek bona pêşîgirtin ji belavbûna vîrûsa Koronayê li ber çav negirtine û girtiyên tûşbûyî bi vîrûsa Koronayê, ji destpêragihîştina bi pizîşkan hatine bêparkirin.  

Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê, “Elî Zahîd” serdozgerê bajarê Bokanê ji dana mirexesiyê ji girtiyan re, dijayetî kiriye.

Rewşa danê xwarinê li girtîgeha bajarê Bokanê gelek xirab e û berpirsên girtîgehê gefa nedana mirexesiyê ji wan girtiyan ku ji wê rewşê nerazîne xwarine.