Li Encama Êrîşên Balafirên Şerker Yên Tirkiyê Dehan Welatiyên Kurd Hatin Kuştin

15:43 - 30 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Li encama êrîşşa balafirên şerker yên Tirkiyê bo ser devera Şirnax ya Tirkiyê 35 welatiyên Kurd ên sivîl canê xwe ji dest dan.

Malpera Rudawnet li ser zimanê akinciyên devera Şirnaxê belav kir ku balafirên şerker yên Tirkiyê roja pênçşem, 29.12.2011-an, her du gundên Roobuskî û Bêje li devera Qilaba ya Şirnaxê li Kurdistana Tirkiyê bodman kir ku li encam de 35 welatiyên sivîl yên deverê canê xwe ji dest dan.

\"123.jpg\"

Li gor hemen çavkaniyê kesên hatinî kuştin, temenê wan li navbera 15-30 saliyê bûne û piraniya wan kasibkarên ser sînor bûn.