LI EFRÎN’Ê 11 KUŞTIYÊN KURD

12:37 - 16 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Duh 15/10/2012`an, danê pêş nîvro balefirên şeryên rêjîma Esed otombêleke welatiyên Kurd yên sivîl li ser rêya Heleb Efrînê bombardiman kirine û di encamê de di nav de jin jî hene, 11 Kurd bûne qurbanî.

Li gor agahiyên Ajansa Xendan’ê, firokên şer yên rêjîma Esed otombleke welatiyên sivîl ku ji bajarê Helebê berve navçeya Efrînê ve diçû, li nêzîk bajaroka Hirêtanê bombardiman kirin û di encama bombardimanê de jinek di nav de 3 kesên Kurd jiyana xwe ji dest dane û 8 kesên din jî birîndar bûne.

Her weha hate zanîn ku ew otombêla nefer hilgir ya bajaroka Mobato bûye û navên ku jiyana xwe ji dest dane bi vî awayî ne(Ebdo Qerbuz ji Mobato, Welîd Xencer temen 38 salî ji Mobato û Nazliye Hisên 65 salî ji mobato).

Her weha hate ragehandin ku piştî rûdanê yekser hêzên parastina gel (YPG`ê) rêya Heleb – Efrîn birîne û çûne cihê rûdanê û ew 8 birîndarên din jî guhastine nexweşxaneyê ku rewşa hin birîndaran jî metirsîdar e.