LI DEWSA MUDAWAYA GIRTIYAN, JI WANA RE DOSYEYAN ÇÊ DIKIN

13:46 - 15 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Piştî ku Riza Şerîfî Bokanî li Girtîgeha Goher Deşta Kerecê de daxwaza Pê regihîştina pizîşkî kir, ev girtiye birine Parsatina girtîgehê.

Pêka Kurdpa, Riza çend roja beriya niha seva Xwariya lût angu Pozê xwe an “Polîp”ê daxwaz kir ku wî bibin ji bo pê regihîştinê, lê ew birie Parastina Girtîgehê.

Pêka Çavkaniyên Haydar, Riza piştî ku hereşe ji Duxtûrê Bêhdariyê kiriye da ku wî mudawa bikin, duxtûr Sikala li ser wî Tomar kiriye û di encam de Riza ji bo Parastina Girtîgehê hate gazîkirin.

Çavkaniya han got: Berîtir Bêhdariyê bno wê Nexweşiyê karek dikir lê niha ji Riza Şerîfî bokanî re tiştekî nakin.

A niha Berpirsê Girtîgehê dixwaze ji Riza Şerîfî re Dosyeyekî li hev bîne.

Berîtir jî Riza seva Got û Bêj tewlî Dengê Amerîkayê û Gîhandina Zanyaran bi destên Nûçegihaniyan, ketibû jêr Givaşan.

Riza Şerîfî Bokanî berîtir û di dosyeya xwe de jia liyê Navenda 15 a Dozgeha Dadweriya Inqilaba Tehranê ve bi Sûça çalakî bi dijî tenahiya Netewî bi 3 sal û 6 Heyvan hate mehûmkirin.