Li devera sînorî a bajarê Pawê sê kolber hatine birîndarkirin

17:38 - 16 Gulan 2022

Roja Yekşemî 25`ê Banemerê, sê kolberên Kurd ên bi navên “Tahir Qubadî, Mîlad Qubadî û Şadman Kerîmî”, bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li bilindahiya “Hanegermele”ya devera Newsûd a bajarê Pawê hatin birîndarkirin.

Ew sê kolberên Kurd li mewdayekî kurt û bi bê agehdarkirina berê, ji aliyê hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê ve teqeya rasterast ji wan hatiye kirin.

Ew sê kolberên Kurd di wê bûyerê de pişt, dest û lingên wan bi gulleyên saçimeyî ên hêzên leşkerî bi awayek dijwar hatine birîndarkirin.

Ew sê kolberên Kurd xelkê gundê “Şerkan” ya girêdayê devera Newsûd a ser bi bajarê Pawê ne û bona tedawiyên pizîşkî bo navenda dermanî ya bajarê Pawê hatine veguhastin.