Li Devera Mirgevera Urmiyê êrişa hêzên ewlekarî tevî berxwedaniya xelkê berbirû bû

12:39 - 21 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Li dirêjiya zext u giwaşên hêzên dewleta Îranê bo ser xelkê kurdistanê u kom kirina alavên setelaytan(mahware) roja sêşem berwar20 Şibata 2013’an, hêzên Întizamî êrişî kirin ser gondê “Gêsiyan” u “Zêve” li devera Mirgever a bajêrê Urmîyê û dest bi kom kirin mahwareyan li gundê herêmê kirin.


Şahideke herêmî bi ajansa nuçegihaniye kurdpaê ragehand: Li encamp de xelkê gundê “Gêsiyan”ê dest bi berxwedaniyê kirin û bi dar û beran êrişî ser hêzên dewletê kirin û her seva vê yekê hêzên Îranî daxwaza alikariyê li pasgeha Zêve kirin.

\"11190.jpg\"
Li encamp de hêzeki zaf jibo tepeser kirina xelkê “Gêsiyanê” hatine gund,lê li tirsa berxwedana gelê herêmê tenê herêm militarize kirin.
Ji aliyek din li gori nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, hêzên Întizamî yên dewleta Îranê li herêma Hewramana Text êrişî ser gundên “SerPîr”,”Kemala”,”Weyse”, Rûverê”,Bilbe û Slên” kirine û pitir ji 10 desga mahwareyên xelkê girtine.