Li destpêka vê hefteyê li bajarê Şinoyê 5 welatî hatin binçavkirin

17:54 - 15 Tebax 2022

Roja Yekşemî 23ê Gelawêjê, di berdewamiya binçavkirina welatiyên bajarê “Şino”yê de, welatiyek din yê bi navê “Hekîm Mîrzayî” xelkê gundê “Bêmizortê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Ew welatî bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Her di vê derheqê de roja Yekşemî 23ê Gelawêjê, welatiyek din yê bi navê “Enver Peyxamî” û 3 welatiyên din yên bi navên “Areş Pîrî” temen 20 salî û kurê “Mihemed” “Hîwa Mîrzayî” temen 23 salî kurê “Ebdulrehman” û “Zahir Muradî”temen 23 salî kurê “Xidir” xelkê gundê “Bêmzortê” yê girêdayî bajarê “Şino”yê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.