LI DALAHOYA KIRMAŞANÊ 2 YARSANÎ HATIN BINÇAVKIRIN

15:52 - 8 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Hêzên Ittila’ata Sipaya Psdarnê li gundên Dalahoya Kirmaşanê du Welatî girtin û yek jî birîndar kirin.

Pêka Rapora Ajansa Nûçeyiya Kurdpa, roja Yekşembê 6’ê Tebaxê Hêzên Ittila’atê bi 5 Maşînan û 30 Çekdaran ve ketine gundê “Darereş” û 2 welatî bi navên Kêywan Muradî û Mes’ûd kawyanî tewlî xwe birine.

Nûçegihanê Kurdpa li gor akinciyan dibêje: wan bi dijî Jin û Zarokan Gazê Hêsirhîner bi kar’anîne û di encam de kesek bi navê “Celîle Necefî” birîndar bû.

Malên çend welatiyan hatiye pişkinandin û sedema wê karê ê Sipayê jî nehatiye eşkere kirin.

Gundiyên Darereşê ji Ola Yarsan in û heya niha tu Arîşeyek pêk ne’anîne.

Nûçegihanê Kurdpa her wisa dide kifşandin ku roja Sêşembê 120 gundiyên Darereşê li ber deriyê Fermandariya “Kirênê Xerb” A Navenda Dalahoyê bi heyamê 5 si’etan bi henceta Nerazîtiyê civiyane.

Pêka Çalakên Oliye Yarsan di 33 salên bihorî de zaf Zorî ji aliyê Komara islamiya Îranê ve dîtine.

Pêka amarê Navenda Amara Kurdpa, li destpêka Havînê ve heya niha li Kurdistan Îranê 71 welatiyên Kurd bi Sûçên Cor bi Cor weke çalakiyên Çandî, Siyasî û Mafên Mirovan ve ji aliyê Hêzên Ewlehiya Komara Islamiye Îranê ve hatine binçavkirin.