li bûyera kar de du kedkaran li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dan

18:22 - 6 Hezîran 2021

Du kedkarên Kurd ên xelkê bajarên Serdeşt û Seqizê, bi sedema bûyera kar canê xwe ji dest dan.

Îro Yekşemî 16`ê Cozerdanê, kedkarekî Kurd ê bi navê “Danyal Ebrahîmî”, bi sedema  lêketina ceresqîl bi  kablê berqê, rastî berqgirtinê hat û canê xwe ji dest da. 

Ew bûyere li gundê “Qelereşe” yê ser bi bajarê Serdeştê qewimiye.

Herwisa ew kedkarê Kurd, berî veguhastina wî bo nexweşxaneyê, canê xwe ji dest dabû.

Ji aliyeke din ve, roja Şemî 15`ê Cozerdanê, kedekarekî xelkê Seqizê yê bi navê “Osman Dîdar”, temen 37 salî, bi sedema berbûn ji bilindahiyê di dema karkirinê de birîndar bibû.

Ew kedkarê Kurd, çend roj berî niha, rastî wê bûyerê hatibû, ku bi sedema dijwariya birîna xwe, li roja derbazbûyî canê xwe ji dest da.