LI BUCNÛRDÊ NAHÊLIN NIMAYIŞÊN KURDÎ BÊNE NIMAYIŞ KIRIN

21:16 - 1 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Berpirsên Fistîvala Hunerên Nimayişiye Xwendekaran daxuyandin, nimayişên Kurdî nikarin beşdarî wê Fistîvalê bibin.

Pêka rapora Kurdpa, bi rêveberên wê fistîvalê ji Binkeyên Perwerdeye Parêzgehên Kurd akincî re ragîhandine ku berhemên Kurdî wernegirin.

Rapora Kurdpa bahsa viya dike ku Xwendekarên bajarê Urmiye berhemek bi navê “Zarokno” li hev anîne da ku beşdarî wê fistîvalê bibe lê pêşiya wê hatiye girtin.

Berhemên han ji aliyê Fîlterên Perwerdeyê ve têne bijartin û di encama fistîvalê de wê kesên bi ser keftî bêne eşkerekirin.

Beşên cor bi core wê fistîvalê, Ti’atra Bokan, Nimayişî û Fîlman in.

Fistîvala han li rojên 4 heya 8’ê Îlonê ji bo Kuran û ji û ji 10 heya 14’ê Îlonê jî bo Keşan dê li hev bê.