Li Bokanê pênc çalakên warê çandî bi 11 sal hepsê hatin mehkûm kirin

13:33 - 29 Adar 2012
Kurdpa: Pênc çalakên ferhengî ên bajarê Bokanê ku heyamê salek berî niha hatibûn destbiser û piştre jî bi danîna wesîqeyê hatibûn azad kirin, li encam de ji aliyê dadgeha pêdaçûnê ya parêzgeha Azerbaycana Rojawa bi 11 sal girtina Te’zîrî hatin mehkûm kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa pênc çalakên warê çandî bi navên Qasim Rehîmîazer, Celal Nasirî, Îdrîs Borna, Nasir Nasirî, û Îdrîs Agpaş, piştî zêdetir ji yek sal ne rohniya dosyeya wan seryek bi 11 sal girtinê hatin mehkûm kirin.