li bajarê Urmiyê welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:15 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Yekşemî 20`ê Pûşperê, li bajarê Urmiyê welatiyekî Kurd ê bi navê “Şêrzad Şoqî Qasimlo” kurê Xalîd û xelkê gundê “Mam Îbrahîm” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kirine.

Heya niha lipeyketinên malbata “Şêrzad Şoqî Qasimlo” bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam mane.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedem û tohmeta ku bi ser navbirî de hatî sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.