Li bajarê Urmiye pizîşkeka Kurd dawî bi jiyana xwe anî

17:59 - 28 Gulan 2022

Roja Înê 6`ê Cozerdanê, Pizîşka Kurd a bi navê “Nigîn Îbrahîmizade” keça Mensûr û xelkê gundê “Gunbed” a ser bi devera Soma ya bajarê Urmiye, piştî hewldan bo xwekujiyê canê xwe jidest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew pizîşka Kurd 7 rojan berî niha bi xwarina “Jehrê” hewla xwekujiyê dabû mixabin, roja Înê 6`ê Cozerdanê, di yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiye de canê xwe jidest da.

Tê gotin ku wê pizîşke bi sedema “pirsgirêkên malbatî”dawî bi jiyana xwe anî ye.

Dr.Nigîn Îbrahîmizade pizîşka malbatî bûye.