Li bajarê Urmiyê kedkarek bi sedema bûyera kar canê xwe ji dest da
18:11 - 13 Îlon 2022
Roja Şemî 19`ê Xermananê, kedkarê bi navê “Celîl Ce`ferî” di dema cîbicîkirina barê çîmentoyê bi sedema rijiyana madeya çîmentoyê bi dijwarî birîndar bibû, û bo nexweşxanê hatibû veguhastin roja Yekşemî 20ê Xermananê bi sedema kûrahiya birînên xwe li nexweşxaneya bajarê “Urmiyê” canê xwe ji dest da.
Pêka çavkaniyên agehdar, ew kedkar di kompaniya çîmentoya “Urmiyê” de kar dikir û rastî vê bûyerê hatiye.