Li bajarê “Urmiyê” keç û dayîkek bûn qurbaniyê teqîna mînê

19:18 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Sêşemî 21ê Pûşperê 2 endamên malbatekê yên bi navên “Meryem” (Dayîk) û “Ronahî Xudayî” (Keçik) xelkê gundê “Koran” yê girêdayî devera “Soma” ya ser bi bajarê “Urmiyê” bi sedema teqîna mînê birîndar bûne.

Pêka çavkaniyek agehdar di vê bûyerê de, rûyê “Meryem”ê bi dijwarî birîndar bûye û rewşa tendirustiya wê nebaş hatiye ragihandin.

Herwisa çavkaniya agehdar behsa vê yekê jî kiriye ku: “Ew du welatî bo tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Xumeynî” ya li bajarê Urmiyê hatine veguhastin û di bin çavedêriya pizîşkan de ne.”

Çavkaniya agehdar daye zanîn ku, mîn di nav mala wan de teqiyaye, û yek ji endamên malbatê li nav zewiyên wî gundî de ew mîn peyda kiriye û digel xwe biriye malê.

Pêka amarên hatinî tomarkirin Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî a “Kurdpa”yê, di destpêka sala 1391an a Rojî heta dawiya sala 1400an a Rojî,  402 welatiyên sivîl li Kurdistanê bûne qurbaniya teqînên mîn û alavên teqînê. ( 103 kuştî û 299 birîndar)