Li bajarê Urmiyê 2 welatiyên Kurd hatine biçavkirin

17:28 - 29 Nîsan 2021

Roja Çarşemî 8`ê Banemerê, 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Armîn Ehmedî”, yê xelkê bajaroka Îslamabada bajarê Urmiyê û “Nîma Husênpûr” kurê “Xurşîd” ê xelkê gundê “Gunbed”ê ser bi devera “Soma û Biradost”a ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî, ew 2 welatî bi tohmeta “bilindkirina Alaya Kurdistanê” binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji qedara wan 2 ciwanan, ti zanyariyek li ber dest nîne.