Li bajarê Şinoyê hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

14:09 - 19 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`ata Hikûmeta Îranê, hevwelatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Şinoyê desteserkirin û ev bo cihekî nediyar veguhastin e.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Anjansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 27`ê Berframbarê (18`ê Kanûna Paşîn), hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Elî Îsma`îlî û xelkê gundê “Caşîran” a girêdayî bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye desteserkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, hêzên îtila`atê bi bê hebûna destûra dadgehê ev hevwelatiyê Kurd desteser kirine.

Herwisa vê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye ku: Hêzên îtila`tê sedema desteserkirina wî hevwelatiyê Kurd, “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê” ragehandine,û ev bo cihekî nediyar veguhastine.

Ji aliyekî aliyekî din ve jî, piştî derbazbûna sê hefteyan bi ser desteserkirina hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Erşyîa Melikî” yê xelkê gundê “Zerdewî” a girêdayî bajarê Pawe de, tu zanyariyeke zelal derheq çarenivîsa wî ber dest nînin.

Ew hevwelatiyê Kurd sê hefteyan berî niha bi sebebên nediyar di mala xwe de ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteser kirin û bo lêpirsînê ev bo girtîgeha îtila`ata bajarê kirmaşanê veguhastibûn.

Heya niha bidoreçûn û pêdagîriyên malbata wî hevwelatiyê Kurd, bo agehdarbûn derheq çarenivîsa kurê xwe, bê encam bûye.