Li bajarê Sineyê, welatiyan bi nîşandana nerizayetiya xwe li dijî sêdareyê, agir berdane kindirê sêdareyê

18:03 - 10 Gulan 2022

Roja Duşemî 19`ê Banemerê, li 12`emîn salvegera lisêdaredana “Ferzad Kemanger” û çar girtiyên siyasî yên din, xelkên gundê “Seravqamîşî” yê bajarê Sineyê, agir berdane kindirê sêdareyê.

Welatiyên xelkê wê gundê, bi mebesta şermezarkirina lisêdaredana welatiyan bi giştî û 5 girtiyên siyasî yên Kurd ku rêkevta 19`ê Banemera sala 1389`an a Rojî hatibûne lisêdaredanê, agir berdane kindirê sêdareyê.

Meha Gelawêja sala 1385`an a Rojî, “Ferzad Kemanger” li bajarê Tehranê hatibû binçavkirin û paşê Dezgeha Dadwerî ya hikûmeta Îslamî ya Îranê tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî” bi ser navbirî de sepand.

“Ferzad Kemanger”, rêkevta 19`ê Banemera sala 1389`an a Rojî, li girtîgeha Êvînê digel “Elî Heyderiyan, Ferhad Wekêlî, Şîrîn Elemhulî û Mehdî Îslamiyan” bi bê agehdarkirina parêzer û malbatên wan hatine lisêdaredan û bi veşartî teslîmê axê hatine kirin.