Li bajarê Sineyê 3 welatî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

17:56 - 28 Nîsan 2021

Roja Sêşemî 7`ê Banemerê, 3 welatî yên bi navên “Aram Muradiyan”, kurê Osman, “Emîr Rizayî”, kurê Cemîl û “Areş Ehmedî” Kurê Nasir ên xelkê gundê “Tengîser” ê ser bi devera “Jawero” ya ser bi bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeheke yasayî ew 3 welatî binçav kirine û piştre bo cihekî nexuya veguhastine.

Heta niha lipeyketina malbata wan 3 welatiyên Kurd, bo agehdar bûn ji qedera  kurên xwe bê encam maye.

“Aram Muradiyan û Emîr Rizayî”, li meha Befranbara sala 1399an, bo îdareya Îtla`ata bajarê Sineyê hatibûne gazîkirin û lêpirsîn ji wan hatibû kirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 3 welatiyên Kurd de hatiye sepandin, ti zaniyariyek ji ber dest nîne.