Li bajarê Sine nerazîbûnên lihemberî peçatina bi zorê hatin lidarxistin

16:56 - 20 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Welatiya Kurd ya xelkê bajarê Sine, li hemberî peçatina bi zorê nerazîbûna xwe nîşan da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, êvariya roja Yekşemî 29`ê Banemera 1398`an, (19`ê Gulana 2019`an), jineke Kurd ya xelkê bajarê Sine li ser sêraya Edeb bi vêdedana xavika xwe, nerazîbûna xwe li hemberî peçatina bi zorê nîşan da.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê li Sine ragehandiye ku, piştî encama vê nerazîbûna li hemberî peçatina bi zorê, wezîfedarên înitzamî êrîşî li ser sêrêya Edeb kirin û hewla belavkirina hevwelatiyan dane.

Herwisa, piştî derketina şer û pevçûn dinavbera wezîfedarên îtizamî û welatiyan de, rejîmê hêzeke zêde di vê noqta bajar de cihgîr kir.

Ev çalakiya welatiya Kurd ya li bajarê Sine, ya derheq peçatina bi zorê, rastî pêşwaziya bêmînak ya welatiyên wî bajarî hat.