Li bajarê Sinê de gef li rêveberên kovara “Jîwar” hatin xwarin

14:21 - 10 Şibat 2012
Kurdpa: Bi egera nivîsandina mijarekê li derbarê nasyonalîzma Kurd li kovara xwendekariya “Jîwar” de, besîcên xwendekarî û heraseta zanîngeha Kurdistanê gef li berpirsyarên vê kovarê xwarin.

Li gorî nûçeya nûçegihanê Ajansa nûçegihaniya Kurdpa li Sinê, nawenda besîca zanîngeha Kurdistanê hişdarî dane rêveberên kovara Jîwar ku heke berî çap û bilavkirina mijarên xwe, kovara xwe nîşanî vê nawendê nedin, ewê nehêlin ku kovara wan were bilavkirin.

Li gorî hemen vê çavkaniyê pêştir gotarên vê kovarê ji aliyê beşa çandî ya zanîngehê ve dihatin pesendkirin, lê li gorî biryar û siyaseta “Înqilaba Ferhengî” (şoreşa çandî) a rejîma Îranê niha pêde divêt îdareya besîca zanîngehê jî van gotaran pesend bike.

Li hijmara nû ya kovara “jîwar” li faylekê de bas ji nasyonalîzma Kurd û bitaybetî tevgera Simayîl axayê Şikak û herweha bizavên din ên nasyonalîstiye Kurd hatiye kirin, û ew yek jî bûye sedema vê ku ew kovar gef lê bêne xwarin.

Ew kovara xwendekarî sala 1376’an a Rojî ji aliyê xwendekarên zanîngeha Kurdistanê ve wek yekemîn kovara xwendekariya Kurdî- Farsî li Îranê dest bi weşanê kiriye.