Li bajarê Sinê ciwanekî wî bajarî bi teqeya hêzên hikûmeta Îranê hat kuştin

12:12 - 3 Çirriya paşîn 2022

Roja Çarşemî, 11`ê Rezberê “Mu`min Zend Kerîmî” temen 18 salî û kurê “Obeyîd” welatiyê bajarê “Sinê” bi sedema teqeya rasterast a hêzên hikûmeta Îranê hat kuştin.

Ew ciwanê Kurd li çar rêyana “Gulşen” a bajarê “Sinê” bi guleyên saçimeyî hat birîndarkirin û piştire bo nexweşxaneya “Tohîd” a wî bajarî hat veguhastin, lê, mixabin bi sedema kûrahiya birînan û xwînrêjiya hundirî canê xwe ji dest da.

Termê “Mo`min”ê şehîd di heyama şevê de û di bin givaşên hêzên hikûmetî de bo gundê “Maçike” yê girêdayî bajarê “Dêwlan”ê hat veguhastin û bi axa Kurdistanê hat spartin.

“Mo`min Zend Kerîmî” xelkê gundê “Maçike” bû û rûniştiyê bajarê “Sinê” bû.

Pêka dawîn amara Navenda Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di destpêka xwenîşandanên seranserî yên Rojhilatê Kurdistanê heta niha 54 kes ji xelkê serhildêr ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hatine kuştin ku piraniya wan zarok in.