Li bajarê Sine 2 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

18:13 - 1 Gulan 2021

Roja Pêncşemî 9`ê Banemerê, 2 welatiyên Kurd ên bi navên “Kawe Minberî” temen 22 salî kurê “Zahîd” û “Şêrko Minberî” 34 salî kurê “Mihemed” ên xelkê gundê “Niyer” ê ser bi bajarê “Sine” ji aliyê hêzên ewlehî ve, hatine binçavkirin.

Ew 2 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatine binçavkirin û bo cihekî ne xûya hatine veguhastin.

Heta niha lipeyketinên malbatên wan 2 welatiyan, bo agehdarbûn ji qedera kurên xwe, bê encam mane.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser Kawe û Şêrko Minberî de hatiye sepandin, ti zanyariyek li ber dest nîne.