Li bajarê Serdeştê welatiyekî Kurd bi sedema teqîna mînê birîndar bû

17:57 - 30 Çirriya pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 6`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Zaniyar”, li encama teqîna mînê li binkeyekî betalkirî ya leşkerî li gundê “Zelê”yê ser bi bajarê Serdeştê, birîndar bû.

Navbirî xelkê gundê “Sipîdarê” yê ser bi bajarê Serdeştê ye û di dema çêrandinaajelên xwe de tûşî wê bûyerê hatiye.

Ew welatiye bo tedawiya pizîşkî li destpêkê bo navendên dermanî yên bajarê Serdeşt û Mihabadê hate veguhastin û piştre bi sedema kûriya birînên xwe, bo nexweşxaneyekî bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Di wê derheqê de, roja Pêncşemî 29`ê Rezberê, li encama teqîna mînê li yek ji binkeyên betalkirî yên gundê “Candaran” ê ser bi bajarê Mihabadê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Zaniyar Ebdullahî” lingê wî birîndar bû.