Li bajarê Seqizê du welatiyên Kurd hatin binçavkirin
Roja Çemî 9`ê Rêbendanê du welatiyên Kurd yên bi navên Zemane Zîviye û Miqdad Hesennijad naskirî bi Kardox, xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.
Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Îranê, bi bê radestkirina belgeya yasayî, ev du welatiyên Kurd binçavkirine.
Herwisa heya niha jî, hewlên malbatên wan her du welatiyên Kurd, bona agehdarbûn li çarenivîsa wan, bê encam bûye.
Zamaneh Zîvye derçûyê hiqûqa zanîngeha Peyamê Nûr a bajarê Seqizê ye û di sala 1396`an de bi tohmeta “beşdarîkirin di civînên piştgiriya ji referanduma serbixweya Kurdistanê de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçakirin.
Piştire Zemane Zîvye di dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê de, her bi vê tohmetê hatibû dadgehîkirin û bi 50 derbên kamçî û 1 milyon û 800 hezar Tumen pere hatiye cezakirin.
Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin û tohmetên ku lidijî wan du welatiyên Kurd de jiber dest tune ye.