Li bajarê Seqizê 2 welatiyên nerazî bi kuştina Jîna Emînî hatin binçavkirin

18:21 - 19 Îlon 2022

Roja Şemî 26`ê Xermananê, du welatiyên nerazî yên bi navên “Kamyar Heyderî û Mihemed Zebîhî” temen 22 salî û kurê Mihemedemîn li xwenîşandan li derheq kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî” li ber derê fermandariya bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin û piştre bo cihek nexuya hatin veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, heta niha lipeykevtina malbata wan du welatiyan bo agehdarbûn ji qeder û cihê wan bê encam maye.

Roja Şemî 26`ê Xermananê, kombûna welatiyên nerazî bi kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî” li ber derê fermandariya bajarê Seqizê, di encama destêwerdana hêzên dije şoreş û ewlehî de tundûtîjî lipey xwe anî.

Di wê kombûnê de, dehan welatiyên nerazî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û amara serast a binçavkiriyan ber dest nîne.

Herwisa nêzî dehan welatiyên nerazî bi sedema teqeya gulleyên saçmeyî hatine birîndarkirin û xelkê daxwaz ji pizîşkan kirine ku di malan de wan welatiyên nerazî tedawî bikin.

Welatiyên nerazî ji tirsa binçavkirin ji aliyê hêzên ewlehî ve ji çûn bo navendên dermanî bona tedawiya pizîşkî, xwe diparêzim.

Roja Înê 25`ê Xermananê, “Jîna (Mehsa) Emînî” temen 22 salî ya xelkê bajarê Seqizê, ku li encama lêxistin û îşkencekirin ji aliyê hêzên geşta îrşad ve çûbû komayê, di nexweşxaneya “Kesra” ya bajarê Tehranê de, canê xwe ji dest da û roja Şemî 26`ê Xermananê, termê navbirî bi amadebûna xelkek zêde, li goristana Ayçî ya bajarê Seqizê, bi axê hat spartin.