Li bajarê Pîranşehrê welatiyek Kurd hate binçavkirin

16:50 - 28 Kanûna pêşîn 2021

Roja Sêşemî 30`ê Sermawezê, welatiyek Kurd ê bi navê “Kerîm Pûrmihemed”, kurê “Elî” û xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê nîşandana ti belgeyek yasayî navbirî binçavkirin û piştre bo cihek nexuya veguhastine.

Heta niha lipeykevtinên malbata “Kerîm Pûrmihemed” bo agehdarbûn ji qedera navbirî, bê encam mane.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek li ber dest nîne.