Li bajarê Pîranşehrê welatiyek ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

16:33 - 27 Çirriya pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 29`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Selah Elîzade” kurê “Ebûbekir” xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û piştre bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Heta niha lipeykevtinên malbata wî welatiyî bo zanîn ji qedera kurê xwe bê encam mane.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Selah Elîzade” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber deset nîne.