Li bajarê Pîranşarê welatiyek Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

13:28 - 20 Gulan 2022

Roja Pêncşemî 29`ê Banemerê, welatiyê Kurd yê bi navê “Teha Ateşefraz” xelkê taxa “Konexanê” ya girêdayî bajarê “Pîranşar”ê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîş kirine li ser mala navbirî û ew binçav kirine.

Herwisa vê çavkaniyê daye zanîn ku, hêzên ewlehiyê piştî vekolîna mala navbirî, dest bi ser mobayla navbirî de girtine û digel xwe birin e.

Wê çavkaniya agehdar behsa vê yekê jî kiriye ku, piştî çend demjmêran lêpêçînê, êvarêya roja Pêncşemî 29`ê Banemerê ew welatiyê Kurd hatiye azadkirin û li derheq sedema binçavkirina navbirî de ti zaniyariyek serrast ji ber dest nîne.

 “Teha Ateşefraz” roja Yekşemî 19`ê Befranbara sala 1399`an a Rojî, bi tohmeta hevkarîkirina digel yek ji partiyên Kurdî ên dijberên hikûmeta Îranê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Duşemî 25`ê Reşema wê salê bi danîna barimteya biqasî 300 miliyon Tumenî li girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê “Urmiye” hatibû azadkirin.