Li bajarê Pîranşarê du welatiyên Kurd, hatin desteserkirin

16:39 - 30 Kanûna Paşîn 2022

Şeva Şemî rêkevta 9`ê Rêbendanê, du welatiyên Kurd yên bi anvên Eyûb Hedîsî û Rehman Xêdmetguzar, xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehiya hikûmeta Îranê ve hatin desteserkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

 Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Îranê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî, ev du welatiyên Kurd, li cihê kar de desteser kirine.

Heta niha bidûreçûna malbatên wan du welatiyên Kurd, bona agehdarbûn ji çarenivîsa wan bê encam bûye.

Herwisa heta vê demê sedema desteserkirin û tohmeta ku li dijî wan du welatiyên Kurd, hatiye sepandin, ti zanyariyek berdest tune ye.