Li bajarê Paweyê welatiyek Kurd hate binçavkirin

17:46 - 29 Kanûna pêşîn 2021

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyek Kurd ê bi navê “Peyman Ehmedî” kurê “Enver” xelkê bajarê “Pawe”yê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kirine.

Herwisa wê çavkaniyê got: Ew welatiye bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Heta niha lipeykevtinên malbata wî welatiyê bo agehdarbûn ji qedera navbirî, bê encam mane.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin, ti zaniyariyek li ber dest nîne.