Li bajarê Pawe çalakvanekî jîngehparêzî hat binçavkirin

17:20 - 22 Gulan 2022

Heftiya derbasbûyî, çalakvanekî jîngehparêz ê bi navê “Uswet Zerdoyî”, temen 30 salî û kurê Îbrahîm, xelkê bajarê Bayîngan a girêdayê bajarê Pawê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine û bona lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Pawê veguhastin.

Herwisa vê çavkaniyê behsa vê jî kiriye: “Heta niha lipey kevtina malbata wî welatiyê Kurd bona agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li dijî “Uswet Zerdoyî” hatiye sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.