Li bajarê Mihabadê du welatî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

17:56 - 3 Tebax 2021

Roja Yekşemî 10`ê Gelawêjê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Soran Dûrbaş” û “Ako Dûrbaş”, xelkê gundê “Xaneg”ê ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ew du welatiye bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin.

“Soran û Ako Dûrbaş”, di dema binçavkirinê de ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî lêdan û îşkenceyê hatine.

Heya niha lipeyketina malbata wan du welatiyan bo agehdarbûn ji qedera wan bi encam mane.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkin û tohmeta ku bi ser “Ako û Soran Dûrbaş” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Di vê derheqê de, sibideha roja Dûşemî 11`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Diyar Silêmanpûr”, xelkê gundê “Xurxure” ê ser bi bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo cihekî nexuya veguhastine.