Li bajarê Mihabadê 5 welatiyên Kurd hatine binçavkirin

17:38 - 12 Çirriya pêşîn 2021

Roja Pênşemî 17`ê Rezberê 5 welatiyên kurd ên bi navên “Faruq Silêmanpûr” kurê Silêman, “Mesûd Silêmanpûr” kurê Selîm, Muhsin Silêmanî” kurê Qadir, “Diyar Silêmanpûr” kurê Xizêr xelkê gundê “Xur Xure” û “Areş Ferşadfer” kurê Fetah xelkê bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine  binçavkirin.  

Hêzên ewlehî bi bê hebûn ti belgeyeke yasayî ew 5 welatiyên kurd binçavkirine.

Pêka gotina çavkaniyeke agaehdar, “Areş Ferşadfer” piştî 2 demjêmir li lêpirsînê hatiye azadkirin û 4 wealtiyên din li yek di girtîgehên ewlehî yên bajarê Mihabadê de niha jî binçavkirî ne.

Heya belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li ser wan weltiyan sepandine, ti zaniyariyek li berdest nine.