Li bajarê Merîwanê jinekê ji tirsa destdirêjiyê xwe ji pencereyê havêt xwarê

20:24 - 7 Îlon 2022

Şeva Şemî rêkevta 12`ê Xermananê, jinek bi navê “Şilêr Resûlî” temen 36 salî û xelkê gundê “Çeşmiyer” a girêdayî bajarê Sewlavayê û rûniştiyê bajarê Merîwanê, ji tirsa wê ku mêrek destdirêjiya sêksî neke ser, xwe ji pencereya wê malê, havêt xwarê.

Çavkaniyeke agehdar li derheq wê bûyerê de ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Mêrek bi navê Goran Qasimpûr” xelkê gundê “Goşxan” a girêdayî bajarê Sewlavayê, bi hinceta alîkarî dan bi hevjîna xwe ji Şilêr Resûlî daxwaz alîkarîdanê kiribû, , lê Şilêr Resûlî jî ji tirsa wê ku destdirêjî li ser neyê kirin, xwe ji pencereya mala wî mêrkî de havêtiye xwarê.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: “Şilêr Resûlî” bi sedema kûrahiya birînan bo nexweşxaneya bajarê Sineyê hatiye veguhastin û di bin çavdêriya pizîşkî de ye.

Pêka gotina wê çavkaniya agehdar, hevjînê Şilêr Resûlî, li Herêma Kurdistanê mijûlî kedkariyê ye û Şilêr dayîka kur û keçek temen 16 û 13 salî ye.

Di dawiyê de jî, wê çavkaniyê gotiye: “Rewşa tendrûstiya Şilêr Resûlî nebaş e û asta hişyariya wê gihîştiye ji sedî 3.

Piştî vê bûyerê roja Sêşemî rêkevta 15`ê Xermananê, hejmarek ji jin û çalakvanên mafê jinan li bajarê Merîwanê, bi nîşaneya nerizayetî li derheq rewşa ku bo Şilêr Resûlî hatiye pêş û nebûna ewlehiya jinan li civakê de, li hember dadgeha wî bajarî kom bûne û bi bilindkirina pilakartan û dana siloganan, bo jinan daxwaza ewlehiyê kirin.