Li bajarê Merîwanê du zarok bûn qurbaniyê teqeya hêzên leşkerî

18:16 - 1 Tebax 2022

Êvareya roja Yekşemî 9`ê Gelawêjê, hêzên leşkerî maşîna kesî ya welatiyekî Kurd yê bi navê “Rehman Raşidî Meniş” xelkê gundê “Qulqule” ya girêdayî bajarê Merîwanê li ser rêya Xuremavayê kevte ber teqeyê û bi sedema teqeya hêzên leşkerî, du endamên wê malbatê canê xwe ji dest dan.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar di wê bûyerê de, “Mêhdî û Metîn Raşidî Menêş” yên temen 9 salî û13 salî canê xwe ji dest dan û dayîk û bavê wanjî hatin binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê li xala lêkolîna Fîrozavayê, maşîna wî welatiyê dane ber teqeya rasterast.

Di dawiyê wê çavkaniyê zêde kiriye: Rewşa giştî ya “Rehman û Homa” dayîk û bavê wan du zarokan nebaş hatiye ragihandin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema teqeya hêzên leşkerî ji wê malbatê ti zanyariyek ber dest nîne.