Li bajarê Merîwanê çalakvanekî jîngehparêz hat binçavkirin

18:45 - 29 Gulan 2022

Roja Şemî 7`ê Cozerdanê, “Îrec Rehîmzade” çalakvanê jîngehparêz yê xelkê gundê “Ruwar” a girêdayî Sewlava û rûniştiyê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê temen 44 salî binçav kirin e.

Herwisa wê çavkaniyê diyar kir: “Heta niha lipey kevtina malbata wî welatiyê Kurd bona agehdarbûn ji qedera navbirî bê encam maye”.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li dijî wî çalakvanê jîngehparêz hatiye sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.

Ew çalakvanê jîngehparêz sala 1398`an a rojî, bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê li berjevendiya yek ji partiyên Kurdî”, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê bi serokatiya dadwer “Se`îdî” bi sê meh û rojek girtîgeh hatibû cezadan.

Roja Yekşemî 28`ê Rêbendanê, “Îrec Rehîmzade” ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Merîwanê hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, Reşemeha hemen salê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

 “Îrec Rehîmzade” xîzandar û bavê zarokek 11 salî ye.