Li bajarê Mehabadê welatiyek din yê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

19:05 - 17 Tebax 2022

Roja Yekşemî 23`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Yûnis Tenhayî” xelkê gundê “Hemzeava” ya girêdayî bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirin û ew bo cihek nexuya veguhastine.

Heta niha lipeykevtina malbata “Tenhayî” bona agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî nevbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest tune ye.

Li roja Yekşemî 23`ê Gelawêjê heta roja Çarşemî 26`ê Gelawêjê, rêjeya welatiyên binçavkirî yên li bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve gihîştiye 8 kesan.