Li bajarê Kirmaşanê jinek ji aliyê hevjînê wê ve hate kuştin

17:19 - 1 Çirriya paşîn 2021

Îro Dûşemî 10`ê Xezelwerê, bi sedema pirsgirêkên malbatî, jinek ji aliyê hevjînê xwe ve, li bajarê “Sunqur û Kulyayî” yê girêdayê bajarê Kirmaşanê, hate kuştin.

lêpirsê taybet ê “qetl” li bajarê “Sunqur û Kulyayî”, “Benî Amêriyan” tevî piştrastkirina wê nûçeyê, ragihand: “Demjimêr 5`ê sibêdeha îro Dûşemî, ew bûyere qewimiye û ew jina ciwan  xelkê yek ji gundên bajarê “Sunqur û Kulyayî” yê ye.

Herwisa Benî Amêrîn gotiye: “Di encama lêkolînan de derkevtiye ku ew jina bi lêdana tiştên giran ji aliyê hevjînê xwe ve, hatiye kuştin û di wê derheqê de, piştî demjimêrekê bikujê wê hate binçavkirin.

Tevî ku heta niha nasnameya wê jinê nehatiye eşkerekinê, lê ew berpirsê qezayî, dayez zanîn ku sedema kuştina wê jina ciwan pirsgirêkên malbatî bûne.

Her dê wê derheqê de, roja Înê 23`ê Rezbera sala 1400`an, jineke Kurd a bi navê “Leyla Şekîba”, temen 39 salî, keça “Fetullah” û xelkê bajarê Sineyê, bi destê hevjînê xwe yê bi navê “Behram Bextiyarî”, li yek ji malên şeqama “Rokna” ya bajarê Hemedanê, bi derba çeqûyan û bi awayekî dirandane kuştiye.