Li bajarê Kamêranê welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

18:58 - 2 Hezîran 2022

Roja Çarşemî 11`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Xalid Qurbanî” temen 26 salî, kurê Yûsif û xelkê bajarê Kamêranê, rûniştiyê bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatî li bajarê Kamêranê binçav kirine

  Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, navbirî bona lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li dijî “Xalid Qurbanî” hatiye sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.