Li bajarê Îlamê fermanberekî dawî bi jiyana xwe anî
18:43 - 14 Tebax 2022
Roja Şemî 22`ê Gelawêjê, welatiyekî bi navê “Îrfan Bekrî (Heyderzade)” temen 28 salî, kurê Yedullah û rûniştiyê “Asimanava” a girêdayî parêzgeha Îlamê, li rêya bidarvekirinê, dawî bi jiyana xwe anî.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, wî welatiyî bi sedema pirsgirêkên aborî dawî bi jiyana xwe anî ye.
“Îrfan Bekrî” fermanberê yek ji nexweşxaneyên bajarê Kirmaşanê bûye ku çend mehan berî niha li ser kar hatibû derxistin.
Ew welatî xîzandar û bavê sê zarokan bûye.