Li bajarê Îlamê du kedkaran dawî bi jiyana xwe anîn

18:28 - 11 Tebax 2022

Roja Yekşemî 16`ê Gelawêjê, kedkarek bi navê “Mihemednebî Mensûrî” temen 32 salî û kurê Elîekber û xelkê bajarê Çewar a girêdayî bajarê Îlamê, li rêya bidar vekirinê dawî bi jiyana xwe anî.

Piştî derbasbûna 24 demjmêran li ser xwekujiya wî kedkarî, kedkarek din ê bi navê “Elî Mihemedkerîmî” xelkê bajarê Çewar a girêdayî bajarê Îlamê, bi çeka nêçîrê hewla xwekujiyê da û dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew du kedkarên Îlamî bi sedema pirsgirêkên malbatî û aborî, dawî bi jiyana xwe anîne û ji kedkarên derxistî yên pitroşîmiya Îlamê bûn.

Nûçegihaniya “Îlna”yê bi belavkirina vê nûçeyê, ragihandiye: Rêûresma bi axê sipartina “Mihemednebî Mensûrî” roja Yekşemî 16`ê Gelawêjê û “Elî Mihemedkerîmî” roja Duşemî 17`ê Gelawêjê, li goristana bihişta Me`isûme ya bajarê Çewar, bi rê ve çûye.