Li bajarê Gulpayganê li ber çavê xelkê cezaya qemçiyan ya jinekî hate birêvebirin

21:46 - 28 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Hêzên ser bi Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Gulpayganê, di kiryarekî ne mirovane de, hukmê jinekî bi rêve birin ku bi lxistina derbên “Qemçiyan” hatibû cezadan.

Roja Çarşemî berwarê 27’ê Nîsanê hêzên ser bi hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê, li pêş çavê xelkê bajarê Gulpayganê, hûkmê jineke girtî bi naznavê (s – t) birêve birin û navbirî xistin ber derbên “Qemçiyan”.

Eva di demekî de ye ku hate ragehandin, xincî cezaya lêxistina derbên Qemçiyan, cezaya 15 sal hebsê jî bi ser vê jinê de hatiye sepandin.

Tê zanîn ku eva heyameke bi awayekî sîstematîk zext û gîwaşên ser xelkê li Îranê ber bi zêdebûnê ve çû ye, û her di vê çarçoveyê de hejmara îdam û îşkence û Qemçî û tepeserkirinên xelkê Îranê bi awayekî berçav ber bi zêdebûnê ve çûye.

Her di vê rasteyê de hate eşkerekirin ku rojên 23 û 26 Nîsanê li girtîgehên Zahidan û Qezwînê de 9 kes hatine îdamkirin .
Herweha girtiyek din jî li bajarê Sariyê hatiye îdamkirin.