Li bajarê “Gîlanxerib”ê zarokek kar bi sedema berçavnegirtina ewlehiya kar canê xwe ji dest da

18:18 - 10 Tebax 2022

Roja Sêşemî 18`ê Gelawêjê, zarokek kar yê bi navê “Emîrreza Perhûdî” kurê “Heybet” xelkê bajarê “Gîlanxerib” yê girêdayî parêzgeha “Kirmaşan”ê bi sedema ketin di navbera şîşik û zincîra alava bilindkirinê, canê xwe ji dest da.

Pêka çavkaniyek agehdar, ew zarok bi sedema berçavnekirina ewlehiya kar ketiye û canê xwe ji dest daye.

Çavkaniya agehdar behsa vê yekê jî kiriye ku, “Emîrreza Perhûdî” di cihê çêkirina şîrîniyan de mijûlî kar kirinê bûye ku rastî vê bûyerê hatiye.

Her di vê derheqê de, roja Duşemî 10ê Gelawêjê zarokek kar yê bi navê “Mardîn Selametiyan (Kurde) temen 10 salî û xelkê bajarê “Bokan”ê bi sedema kûrahiya birînên xwe ku di bûyerek agirgirtinê de cesteyê wî şewitî bû, li nexweşxaneyek bajarê “Urmiyê” canê xwe ji dest da.