Li bajarê Dîwandereyê zelamek bi destê hevjîna xwe ya duyem hate kuştin

17:55 - 12 Şibat 2022

Di heyama hefteya derbasbûyî de, welatiyekî bi navê “Îsmaîl Vezîrî” xelkê gundê “Qeregul”a girêdayî bajarê Dîwandereyê hate kuştin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, qetla wî welatî bi destê hevjîna wî ya duyem û bi hevkariya du kesên din hatiye encam dan.

Bikujên “Îsmaîl Vezîrî” piştî kuştina navbirî, termê wî bo heyama 4 rojan li cihê parkkirina tromibîl(parking)ê de xwedî kiribûn.

Li gor gotina xelkê deverê, bikujên “Îsmaîl Vezîrî” nenasiyar bûne lê,di dawiyê de bi givaşên hevjîna wî ya yekem, hevjîna wî ya duyem îtiraf kiriye ku, wê ev qetla bi hevkariya du kesên din encam daye.

Bikujên wî welatiyê bo lêkolînê radestî aliyên peywendîdar hatine kirin û niha bikujên “Îsmaîl Vezîrî” bin lêkolînê de ne.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema kuştina “Îsmaîl Vezîrî”, ti zanyariyek jiber dest tune ye.